Guterres: Divê çareseriya li Sûriyeyê li gorî biryara 2254’an be

Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres got divê her tişt bê kirin ji bo ku çareseriyeke siyasî ya rastîn li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê û biryara NY`yê ya bi hejmar 2254’an pêk were.

Guterres: Divê çareseriya li Sûriyeyê li gorî biryara 2254’an be
10 adar, 2024   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bi nêzîkbûna salvegera 14`an a destpêkirina aloziya Sûriyeyê re daxuyaniyek da û got: "Divê her tişt bê kirin ji bo ku çareseriyeke siyasî ya rastîn li Sûriyeyê pêk were. Divê hêviyên rewa yên gelê Sûriyeyê pêk bîne. Bi rêya wê serdestî, yekitî û serxwebûna Sûriyeyê li gorî biryara NY`yê ya bi hejmar 2254’an bê bidestxistin. Şert û mercên baş ji bo vegera dilxwazî ya penabaran bê peydakirin."

Guterres destnîşan kir ku divê çareseriya siyasî sivîlan biparêze, stratejiyekê ji bo têkoşîna li dijî terorê li gorî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan bê danîn û bi lez xebatên ewlekirina jiyanê li Sûriyeyê, bên fînansekirin.

Guterres di daxuyaniya xwe de got: "Girtin, windakirin û îşkence hemû berdewam in û li pêşiya aştiya daîmî ya Sûriyeyê kelem in. Divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih, mijara revîna ji hesabpirsînê bi dawî bibe. Dem hatiye ku aliyên sereke yên navneteweyî tev bigerin û pêwîstiyên sûriyeyiyan bînin cih."

(şx)