Hizbullahê êrişî baregeheke Îsraîlê kir

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku wê bi dehan moşek avêtine baregeha Îsraîlê ya li Colanê.

Hizbullahê êrişî baregeheke Îsraîlê kir
6 gulan 2024   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullahê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi dehan moşek avêtine baregeha Îsraîlê ya li Colanê. Hizbullahê diyar kir ku ev êriş wek bersiv li hemberî êrişa duh êvarî ya Îsraîlê ya li ser herêma Bîaq a li rojhilatê Lubnanê pêk hatiye.

Di daxuyaniya Hizbullah de hate diyarkirin ku baregeha fermandariya ‘Firqeya Colan a 210’ bi dehan moşekên katyûşa kiriye hedef.

Medyaya Lubnanê jî ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya bi balafirên şer de ku derdora saet 01.30’an li herêma Bîaqa hatibû kirin, 3 kes birîndar bûne.

(bb)