Hizbullah, Xeza û Sûdanê rojevên rojnameyên erebî ne

Li Lubnanê krîzeke girêdayî Hizbullah heye. Li Sûdanê jî şerê di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de gûrtir dibe. Rûsya jî der barê Xezayê de pêşnûmeyekê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir.

Hizbullah, Xeza û Sûdanê rojevên rojnameyên erebî ne
14 mijdar, 2025   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Dosyaya Hizbullah, şerê li Sûdanê, her wiha pêşniyara Rûsya ya der barê Xezayê de rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

’KRÎZA HIZBULLAH A LUBNANÊ’

Rojnameya El Beyan gotarek li ser cewherê krîza ku Hizbullah pê re rû bi rû ye, ’’gelo krîzek di nav mezhebek taybetî de dikare veguhere krîzek ku bandorê li tevahiya dewletê bike?’’ weşand. Li gorî rojnameyê, mezheba di krîzê de, bûyeLubnana dorpêçkirî.

Rojnameyê diyar kir ku hêza ku Hizbullahê sûd jê werdigirt bi dawî bûye û tiştê ku îro jê tê xwestin ev e ku realîst be û bi guhertinên herêmî û navneteweyî re hemaheng be.

’SÛDAN BI NE ZELALIYÊ RÛ BI RÛ YE’

Rojnameya El Nehar ku cih da rewşa Sûdanê destnîşan kir ku Xertûm "di qonaxek aloz a pevçûnên xwînî a di navbera hêzên artêşê yên bi serokatiya Ebdulfetah El Burhan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn yên bi serokatiya Mihamed Hemdan Degelo (Hemedtî) de ye."

 Rojnameyê zêdebûna tundûtûjiyê bi redkirina entegrekirina Hêzên Piştevaniya Lezgîn di nav artêşê de ve girêda û da zanîn ku ev yek bûye sedema pevçûnek kûrtir ji nakokiyek siyasî.

Rojnameyê destnîşan kir ku ’’tiştê diqewime dişibihe senaryoyên dewletên veguhêz ên têkçûyî ku nekarîne demokrasiya rastîn bi dest bixin: gelên dixwazin azadî û edaletê bi dest bixin, lê rêxistin û rêveberî kêm in, di heman demê de beşa leşkerî dest li her tiştî werdigire."

Li gorî rojnameyê, Sûdan a êsîra tundî û têkçûna siyasî ye, li benda kêliyeke dîrokî ye ku hêviya ji dest daye vegerîne.

’ PIŞTÎ PÊŞNÛMEYA AMERÎKAYÊ, RÛSYA PÊŞNÛMEYEK DER BARÊ XEZAYÊ DE PÊŞKÊŞÎ KONSEYA EWLEKARIYÊ KIR’

Rojnameya El Şorûq ragihand ku Moskov pêşnûmeyek der barê Xezayê de pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir û ev yek wekî ’bersivek rasterast li hemberî plana Serokê DYA’yê Donald Trump a ji bo bidawîkirina şer’ nirxand.

Li gorî rojnameyê, bendên pêşnumeyê ev in: Agirbest pêk were, girtî werin berdan, gihandina alîkariyan berdewam bikin, bang li aliyan dike ku ji bo mîsogerkirina pêkanîna hemahengiyê bi DYA’yê re gavên pratîkî biavêjin, bang li sekretêrê giştî bê kirin ku vebijêrkên zelal pêşkêş bike: egera bicihkirina hêzeke navneteweyî li Xezayê, rêzdariya li hemberî parastina sivîlan, redkirina guhertina demografî an erdîngarî li Xezayê, çareserkirina her du dewletan, girîngiya yekbûna Xeza û Dîfa bi din desthilat Filistînê de."

(bb)