Hişkesaliyê û êrişên dagirkeran çandinî û sewalvanî têk bir

Çandiniya bejî ji ber hişkesaliyê berhem neda; dewleta Tirk a dagirker jî bi êrişên xwe stasyonê avê û kehrebeyê ji xizmetê derxistin, lewma çandiniya avî jî nehat kirin. Sewalvaniyê jî para xwe ji hişkesaliyê girtiye.

Hişkesaliyê û êrişên dagirkeran çandinî û sewalvanî têk bir
Hişkesaliyê û êrişên dagirkeran çandinî û sewalvanî têk bir
Hişkesaliyê û êrişên dagirkeran çandinî û sewalvanî têk bir
Hişkesaliyê û êrişên dagirkeran çandinî û sewalvanî têk bir
Hişkesaliyê û êrişên dagirkeran çandinî û sewalvanî têk bir
Hişkesaliyê û êrişên dagirkeran çandinî û sewalvanî têk bir
Hişkesaliyê û êrişên dagirkeran çandinî û sewalvanî têk bir
Hişkesaliyê û êrişên dagirkeran çandinî û sewalvanî têk bir
Hişkesaliyê û êrişên dagirkeran çandinî û sewalvanî têk bir
Hişkesaliyê û êrişên dagirkeran çandinî û sewalvanî têk bir
2 nîsan, 2025   03:45
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê demsala zivistanê bê baran derbas bû, lewma çandiniya bejî (dêm) berhem neda. Hewl hat dayîn ku bi çandiniya avî valahî were dagirtin, lê li hinek herêman, vê carê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bûn asteng. 

Li tevahiya herêmê îsal baran pir kêm bariya, lewma berhemên wekî ganim ên bejî, derneketin an jî pir kêm bûn. Lewma cotkaran berê xwe dan çandiniya avî. Rêveberiya Xweser jî, desteka mazotê da ku cotyar kirin bi rêya elektrîkê avê peyda bikin.

Li Kantona Firatê, pirsgirêka çandiniya avî jî derket. Nexasim ev herêm nêzî 5 mehan e di bin êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê de ye. Cotyarên ku zeviyên wan li ser sînor ê Bakûrê Kurdistanê yan jî li nêzî komên çeteyan e, hema bêje qet nekarin çandiniyê bikin. Li herêmên din hewl hat dayîn ku ava stasyonan ji bo çandiniyê bê bikaranîn. Lê vê carê êrişên dagirkeran bûn asteng. Di bombebarên Tirkiyeyê de bendava Tişrînê ji xizmetê derket. Lewma elektirîka ku ji vir didan stasyonên avê jî hat birîn. Rêveberiya Kantonê li herêma Şêxler stasyonek avê xist dewreyê lê ew jî hat bombebarankirin. Lewma welatî tam kentin nava zehmetiyan. Xelkê herêmê bi derfetên xwe hewl didin çandiniyê bikin, an jî avê peyda bikin.

Hişkesaliyê bandor li sewalvaniyê jî kiriye. Her sal welatiyan sewalên xwe demeke dirêj li colê diçêrandin. Lê îsal şînkahî zêde nebû, lewma xwediyên sewalan giraniyê din êm. Bi wê re buhayê êmê sewalan bilind bûye.

‘EMÊ NIKARIBIN BÎSTANAN BIÇÎNIN’

Dayika bi navê Zelîxa Îbrahîm a ji gundê Qora Biçûke ya Kobanê diyar kir ku ew ji ber qutbûna ceyran û avê dê îsal nikaribin bîstanan biçînin.

Zelîxa anî ziman ku wan her sal hemû cûreyên sebzeyan li ber mala xwe diçand, lê îsal nikarin û got: "Em her sal firengî, îsot, bacan, xiyar, beqle û sîran diçînin. Lê îsal baran pir kêm bariya û ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Tişrînê em bê kehrebe ne. Lewma em pir zehmetiyan dikişînin. Li gundê me darên tirî, zeytûn, hêjîran jî hene, lê ji bo wan jî av nîn e.”

‘EM Ê MECBÛR GIRANIYÊ BIDIN AVDANÊ’

Cotkarê bi navê Mihêdîn Ehmed ê ji gundê Minazê yê Kobanê, xwediyê 250 darên fistiqan e. Niha hewl dide bi avdanê darên xwe yên ku beriya 5 salan çandine, biparêz e.

Mihêdîn Ehmed bibîr xist ku îsal baran pir kêm bariye, lewma ew neçar e ku bi derfetên xwe daran zêdetir av bide û got: “Heta niha min 3 caran avdar kiriye. Erz pir zuwa ye, lewma divê hîn zêdetir av bidim. Debara me li ser van daran e, lewma divê biparêz im.”

BUHAYÊ ÊM BILID BÛYE

Hisên Îbrahîm ku çêlekan xwedî dike jî, dibêje; “Ji ber hişkesaliyê kîloya kayê ji hezar û 500 lîreyên Sûriyê derketiye 3 hazar û 300 lîreyê. Min dewar jî xwedî kirin, lê ji neçarî min firotin û gelekî zirar kir. Baran pir kêm bariya û bandoreke gelekî mezin çêkir. Deverên ku em pez û çêlekên xwe lê biçêrînin tune ye. Em jî mecbur pez û çêlan bi erzan difiroşin. Berê li sûkê çêlek di navbera 4-5 hezar dolaran de bû. Lê niha bi hezar û 500 dolar tê firotin. Min çêleka xwe bi 2 hezar û 500 dolaran kirî bû, lê niha belkî bi hezar û 500 dolaran bê kirîn.”

(a)

ANHA