Hewldaneke jinan a hêvî û guhertinê; Însiyatîfa Qenadîl

Însiyatîfa Qenadîl bi rêya vekirina dewreyên perwerdeyê û lidarxistina atolyeyan hewl dide rola jinên sûriyeyî di hemû qadan de bi pêş bixe.

Hewldaneke jinan a hêvî û guhertinê; Însiyatîfa Qenadîl
Hewldaneke jinan a hêvî û guhertinê; Însiyatîfa Qenadîl
Hewldaneke jinan a hêvî û guhertinê; Însiyatîfa Qenadîl
Hewldaneke jinan a hêvî û guhertinê; Însiyatîfa Qenadîl
Hewldaneke jinan a hêvî û guhertinê; Însiyatîfa Qenadîl
2 nîsan, 2025   06:05
SIWÊDA

Bi pêşengiya endazyara çandiniyê Amal Ebdusemed a ji bajarê Siwêdayê bi armanca pêşxistina rola jinan di hemû qadan de, di sala 2017’an de ‘Însiyatîfa Qenadîl’ hat avakirin. Însiyatîf di warê pêşxistina jinên li Sûriyeyê û yên derve de bûye modelek û li Erebistana Siûdî hat avakirin û li wir hat xelatkirin. Amal Ebdulsemed dema ji Erebistana Siûdî vedigere bajarê xwe Siwêdayê çarçoveya xebata xwe li welat berfireh dike.

Armanca Însiyatîfa Qendîl, bi rêya vekirina dewreyên perwerdeyê yên li ser pêşxistina mirovan û hişyarkirina civakî, baweriya jinan bi wan bide xurtkirin û rola wan a pêşeng bi pêş bixe. Her wiha rê li ber jinan vedike da ku cihê xwe di hemû qadan de de bigirin.

Ji endamên çalak ên Însiyatîfa Qenadîl endazyara çandiniyê Fatin El Nimir teqezî li ser girîngiya lidarxistina panel û vekirina dewreyên perwerdeyê û bandora wan a pêşxistina kesayetî û civakî kir. Fatinê got: "Ev xebat di avakirina kesayeteke bihêz a jinan de ku bikarin li hemberî astengiyan bisekinin, dibe alîkar."

Fatin El Nimir anî ziman ku Însiyatîfa Qenadîl di heman demê de hewl dide bi rêya pêşkêşkirina faktorên pêwîst ên bidestxistina serkeftin û xweseriyê, guhertineke rasteqîn di jiyana jinan de çêke.

Ji endamên însiyatîfê Rîma Zênedîn jî bal kişand ser bandora diyalogên di navbera jinan de û girîngiya însiyatîfên kesayetî di başkirina rewşa jiyanî ya jinan de û îlhama wan a jiyaneke ronaktir vegot. Rîmayê got jin di Însiyatîfa Qenadîl de pisporî û ezmûnan parve dikin, ev yek jî dibe sedem ku di warê kesayetî û pîşeyî de pêşketinên berbiçav pêk werin.

Însiyatîfa Qenadîl xebatên xwe didomîne û berfireh dike. Her wiha hewl dide xwe bigihîne hejmareke mezin a jinên xwedî armanc ên ku hewl didin siberojeke baştir ava bikin û piştevaniyê pêşkêşî wan bike.

(bb)

ANHA