Şêniyên Tirbespiyê: Azadiya Rêbertî gava yekemîn a ber bi aştiyê ve ye

Şêniyên bajarê Tirbespiyê diyar kir ku aştiya rasteqîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê dike û got pergala tecrîd û îşkenceyê ya li dijî wê li pêşiya derfetên aştî û aramiyê dibin asteng.

Şêniyên Tirbespiyê: Azadiya Rêbertî gava yekemîn a ber bi aştiyê ve ye
2 nîsan, 2025   02:35
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Şêniyên bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê diyar kir ku aştî bi azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê dike.

Şêniya bi navê Munîfa Hisên destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan her timî banga aştiyê dike û ji bo azadî û aramkirina herêmê nêrînên xwe parve kirine, lê dewleta Tirk a ku ya heya niha siyaseta tecrîd û îşkenceyê li ser wî ferz kiriye û wan hewldanan red dike.

Munîfa Hisên bang li civata navneteweyî û hikumeta Tirk kir ku siyasetên tecrîd û îşkeneyê bi dawî bikin û got: "Ji bo ku aştî pêk were, divê dawî li îşkenceya li dijî Rêbertî were anîn."

Şêniyê bi navê Hisên Xalid bi bîr xist ku banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê gel ve û di qada navneteweyî de hat piştgirîkirin. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker heya niha tecrîda li dijî wî didomîne û der barê banga wî de tu gavên şênber neavêtine.

Şêniya bi navê Xerma Elî jî anî ziman ku malbatên şehîdan dê heya bidestxistinna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyan li dar bixin û got Rêber Abdullah Ocalan dikare herêmê ber bi ewlehî û aştiyê ve bibe.

Xerma Elî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wekî gava bingehîn a ber bi aramkirina Tirkiyeyê û tevahî herêmê ve nirxand û got divê siyasetên tecrîd û îşkenceyê ya li dijî wî tê meşandin bi dawî bibin.

(bb)

ANHA