Hilbijartina serokkomariya Îranê ji tora duyem re ma

Komîsyona Hilbijartinê ya Îranê ragihand ku namzetên hilbijartina serokkomartiya Îranê nekarîn ji nîvî zêdetirê dengan bidest bixin. Ji ber vê çendê jî wê tora duyem a hilbijartinê di navbera Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîle de di 5’ê Tîrmehê de pêkwere.

Hilbijartina serokkomariya Îranê ji tora duyem re ma
29 hezîran 2024   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Hilbijartinê ya Îranê di derbarê encamên hilbijartina serokkomarê Îranê de daxuyaniyek da û dema tora duyem a hilbij artina serokkomar eşkere kir.

Komîsyonê ragihand ku ti ji namzetên hilbijartina serokkomartiya Îranê nekarîn ji nîvî zêdetir dengan bidest bixin, ji ber vê çendê jî wê tora duyem a hilbijartinê di navbera Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîle de di 5’ê Tîrmehê de pêkwere.

Komîsyonê diyarkir ku di tora yekem a hilbijartinê de Mesûd Pizîşkiyan heta niha 8 milyon 302 hezar û 577 deng bidest xistiye. Seîd Celîlî jî 7 milyon 189 hezar û 756 dengan bidest xistiye.

Mihemed Baqirî 2 milyon 676 hezar 512 deng û Mistefa Pur Mihemedî jî 158 hezar û 314 deng bidest xistine.

Komîsyonê diyarkir wê roja 5’ê Tîrmehê tora duyem a hilbijartinê di navbera Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîlî de pêkwere, kî ji wan herî zêde deng bistîne wê bibe serokkomarê nû yê Îranê.