Hikumeta Şamê derxistina passportê dîsa biha kir

Wezareta karên hundir a hikumeta Şamê lêçûna derxistina passportê biha kir.

Hikumeta Şamê derxistina passportê dîsa biha kir
4 ÇILE, 2024   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Lêçûna derxistina passportê ya ne bilez kir 312 hezar û 700 lîre ku berê di navbera 70 heta 100 hezar lîre de bû. 

Ya bilez jî kir 432 hezar û 700 lîre ku berê 325 hezar lîre bû.

Lêçûna derxistina passport di rojekê de jî 2 milyon û 10 hezar û 700 lîre ye.

Ji bo derxistina passportê sûriyeyî gelek zehmetiyan dikişinin ji ber wê bertîl didin ji bo ku passportê bi dest bixin.

(şx)