Li gundewarê Idlib, Heleb û Hemayê topbaran di navbera hikumeta Şamê û çeteyan de

Li başûrê gundewarê Idlibê, deşta Xabê ya Hemayê û roavayê Helebê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk herêmên hev du topbaran kirin.

Li gundewarê Idlib, Heleb û Hemayê topbaran di navbera hikumeta Şamê û çeteyan de
4 ÇILE, 2024   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li eniya Kefermûs ê başûrê Idlibê endamekî hêzên hikumeta Şamê bi guleya sekvanekî çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê hate kuştin. 

Her wiha hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran gundên Kefer Eme û Kefer Tial ên rojavayê Helebê, gundên Fitîra, Sifohin, Filêfil, Bare li çiyayê Zaweiye yê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker navendên hikumeta Şamê yên li bajarokê Kefer Nibul, gundên Milace û Kewkebê yên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li eniya Meşarî ya deşta Xabê li rojavayê Hemayê, çeteyên Fetih El Mubîn ên Heyet Tehrîr El Şamê û hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran bi hev ketin.

SOHR`ê duh ragihand ku li başûrê Ildibê çeteyekî Heyet Tehrîr El Şam bi guleya sekvanekî hêzên hikumeta Şamê hatiye kuştin.

(şx)