Hikumeta Iraqê li ser bidawîkirina hebûna Koalîsyona Navneteweyî dixebite

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku komîteyeke dualî ji bo vekişîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji Iraqê hatiye avakirin.

Hikumeta Iraqê li ser bidawîkirina hebûna Koalîsyona Navneteweyî dixebite
5 ÇILE, 2024   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê, serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî diyar kir ku helwesta hikumeta Iraqê der barê bidawîkirina hebûna Koalîsyona Navneteweyî de sabit e.

Ajansa nûçeyan a Iraqê ku agahiyên xwe dispêre nivîsgeha ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê diyar kir ku hikumeta Iraqê dê dema destpêkirina xebata komîteya dualî ya ji bo bidawîkirina hebûna hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê diyar bike û her tiştê ku serweriya niştîmanî li ser erdê Iraqê û asîmanê wê temam dike, nayê paşguhkirin.