Hêzên Şamê ji Çileyê ve 33 balafirên ˊHeyet Tehrîr El Şamˊ xistin

Ji destpêka 2024ˊan ve êriş û topbaranên dualî yên hêzên Şamê û çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê li bakur rojavayê Sûriyeyê zêde bûn.

Hêzên Şamê ji Çileyê ve 33 balafirên ˊHeyet Tehrîr El Şamˊ xistin
14 adar, 2024   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê ji destpêka îsal ve bi 5 caran 33 balafirên bêmirov ên Heyet Tehrîr El Şamê û çeteyên Fetih El Mubîn xistin.

Li beramber wê jî hêzên Şamê jî ji destpêka îsal ve herêmên ji hêla çeteyên Heyetê ve hatin dagirkirin bi balafirên bêmirov bombebaran dikin, her wiha 48 balafirên hêzên Şamê ji dawiya Çileyê ve ew herêm hedef girtine.

(fr)