Hêzên leşkerî dê îro ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vekişin

Di çarçoveya peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê de, hêzên leşkerî dê tevî çekên xwe ji her du taxan vekişin.

Hêzên leşkerî dê îro ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vekişin
4 nîsan, 2025   12:10
HELEB

1’ê Nîsanê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê li ser rewşa her du taxan peymanek ji 14 bendan îmze kiribû.

Di çarçoveya peymanê de duh (Pêncşem) benda serbestberdana girtiyên her du aliyan pêk hat û 146 dîlgirtiyên Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û 97 kesên girêdayî desthilata Şamê hatin berdan.

Îro jî dê benda 6’an a têkildarî vekişandina hêzên leşkerî ji her du taxan ber bi herêma rojhilatê Firatê ve bikeve meriyetê û hêzên leşkerî ji her du taxan vekişin.

(bb)

ANHA