Bi Colaniyê tekfîrkar, selefî û cîhadîst re heta ku derê? - Rauf KARAKOÇAN

Bi Colaniyê tekfîrkar, selefî û cîhadîst re heta ku derê? - Rauf KARAKOÇAN
4 nîsan, 2025   12:30
HELEB

Dan û standin û peymanên bi rêveberiya HTŞ'ê (Heyet Tehrîr El Şam) re li Şamê li ser navê QSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hîna qonaxa destpêkê ya têkiliya her du hêzan in. Peymana dawîn jî di navbera meclisa xweser a Kurdan a li Helebê û rêveberiya Helebê ya HTŞ'ê de bû. Bi qasî ku derketiye holê, li gorî wê; pergala rêvebirinê û ewlehiyê ya ku Kurdên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ava kiriye, dê were parastin.

Dema mirov li hevdîtin û peymanên heta niha binêre, mirov dikare bibêje têkiliya di navbera QSD û HTŞ'ê de têkiliya 'dehfdan-kêşanê' ye. Divê mirov tiştekî din jî lê zêde bike; her tim rewşa 'îlluzyonekê' jî heye.

Kes û hêzên bi rêveberiya niha ya Şamê re didin û distînin, peymanan pê re çêdikin, çi li ser asta QSD’ê û çi jî li ser asta dewletan de têkiliyan pê re çêdikin, xizmetê ji rewabûna Colanî re dikin. Têkiliyên dîplomatîk, li derveyî têkiliya bi Şamê re, dê ji aliyê siyasî ve bi kêrî Colanî bên.

Colanî ku heta duh terorîst bû û nûnerê rêxistineke terorîst a hov bû, heke niha muameleya serokê dewletekê pê re tê kirin, ev meşrûkirina terorîstekî ye. Têkiliya pê re çi dibe bila bibe, di dawiyê de vê wateyê û vê ferasetê derdixe holê.

Têkiliya QSD'ê ya bi HTŞ'ê re dikare wek pêwîstiyekê bê dîtin û heta astekê jî dibe ku pêwîstiyek be. Ji ber ku hêzên li ser heman erdnîgariyê dijîn ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan ên hevpar ev gelekî xwezayî ye. Pêwîst e bi her kesî re hevdîtin were kirin, bi şertê ku li ser zemîn û demê xwedî îrade bin û hesasiyeta nirxên ku temsîl dikin di asta prensîbê de li ber çavan bigirin. Me bi nêrîneke krîtîk berê xwe dabû peymana di navbera Mezlûm Ebdî û Colanî de ku ji 8 xalan pêk dihat. Mixabin di vê nêrînê de jî guhertinek çênebûye.

Dema wê civînê girîng bû, ji ber ku komkujiyeke tirsnak li ser Elewiyan dihate kirin. Komkujiyeke bêdeng hê jî dewam dike.

Meseleya din jî li ser naveroka wê bû. Li ser bingeha îdiaya ku şoreşa Rojava bi şoreşa jinan xwe sembolîze dike, peymaneke bêyî jinan jixwe betal e. Heta navê jinan jî di peymanê de cih negirt.

Benda têkoşîna hevpar a bi bermahiyên Esad an jî rejîma Baasê re jî xwedî wateyeke bipirsgirêk bû. Bê guman gelek kesên ku niha li ser desthilatê rûniştine, bermahiyên rejîma kevn in. Mîna ku baskekî cuda yê rejîma kevn desthilatdarî xistiye destê xwe. Her wiha guman tune ye ku ew bermahiyên DAIŞ'ê ne. Dema mijar bi texmîna ku bi rêxistineke çete ya wiha qirker re peymanek hatiye çêkirin, heke madeyên din ên peymanê hinekî bi baldarî werin nirxandin, pirsgirêk di wan de jî heye.

Mijara me ya sereke ew e ku rêxistina terorê HTŞ'ê dê biguhere yan na. Gelo Colanî ku di pozîsyona serokê wê de ye, dê dev ji nasnameya xwe ya terorîstî berde yan na? Hebûna rêxistinekê di lîsteya terorê de û hebûna terorîstekî li ser wê, di her alî de fikaran çêdike.

Gelek sedem hene ku têkildarî Colaniyê tekfîrkar, selefî û cîhadîst metirsî hebin. Kabîneya hikumetê ya ku nû hatiye avakirin, baş tê zanîn. Her tişt ji vê kabîneyê tê payîn, lê demokrasî û normên mafên mirovan na. Cîhan dê bi rêxistineke tekfîrkar-selefî-cîhadîst re heta ku derê bimeşe? Bi hebûna rêxistineke bi vî rengî û derfetên wê yên hêzê, ji bo cîhanê, ji bo herêmê û bi taybetî ji bo herêma xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî ji bo Kurdan encam dê çi be? Pirsên wiha girîngiya xwe didomînin.

Hin kesên xwedî prensîb hê jî di nivîs û axaftinên xwe de dema qala lîderê HTŞ'ê dikin, gotina Colanî bi kar tînin. Bi min jî divê wisa be. Ji ber ku hîna nîşaneyên guherînê tune ne.

Heke HTŞ bêyî guhertina zîhniyet û pratîkê Sûriyeyê bi rê ve bibe, dê di dema pêş de teqez şer bidome. Di rêveberiyeke dewletê de ku hemû kesên mîna wan nafikirin û mîna wan najîn wek dijmin dibîne, divê her kes ji şer re amade be. Ev tespît ji pêşdîtinekê wêdetir rastiyek e. Kiryara destpêkê ya hikumeta fermî ya HTŞ’ya terorîst, qetilkirina 50 hezar Elewiyan bû.

Heke HTŞ di demên pêş de bêhtir bi hêz bibe û bingeheke siyasî û leşkerî ji xwe re peyda bike û bi bêhtir nêzî Tirkiyeyê bibe, siberoja Kurdan dê ji ya Elewiyan xerabtir be. Divê Kurd di çarçoveya ewlekariyê de bifikirin, tedbîrên xwe bigirin û heta divê her tim di pozîsyona amadekariyê de bin. Ev ne teoriyeke komployê ye, ravekirina rewşa heyî ye.

Her mijareke ku têkildarî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be, raya giştî jî eleqedar dike, bandorê lê dike û heta raya giştî diyar dike. Biryarên ku rêveberiya Rojava bi îradeya xwe dide, divê jê re rêz bê girtin. Heman nêzîkatî ji bo HTŞ'ê jî derbasdar e. Her biryarek, di çarçoveya yekparebûna pirsa Kurd û hevkêşeya herêmî de, hewceyî hesasiyeteke gelekî mezin e.