Hêzên Îsraîlê bi ser avahiya UNRWA’yê de girt

Hêzên Îsraîlê bi ser ofîsa UNRWA’yê ya li taxa Şêx Cerah a Qudsê de girt, hundirê avahiyê kontrol kir û parêzvanên wê destgîr kirin.

Hêzên Îsraîlê bi ser avahiya UNRWA’yê de girt
8 kanûn, 2025   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku hêzên Îsraîlê vê sibehê bi ser avahiya Ajansa Alîkarî û Kar a Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ya li taxa Şêx Cerah a Qudsê de girt û li hundirê avahiyê lêgerîn kir.

Li gorî WAFA’yê, hêzên Îsraîlê parêzvanên avahiyê destgîr kirin û dest danî ser telefonên wan, di heman demê de derdora herêmê girt.

Parêzgarê Qudsê der barê mijarê de daxuyaniyek da. Parêzgar serdegirtina avahiyê bi binpêkirina qanûnên navneteweyî û binpêkirineke xeternak li ser parzendiya saziyên NY’yê pênase kir. Her wiha got ev kiryara ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin, çend roj piştî ku Civata Giştî ya NY’yê wekiliyeta UNRWA’yê nû kir, pêk hatiye.

(b)