Li gelek bajarên Sûriyeyê greva giştî dest pê kir

Li ser banga şêx Xezal Xezal li bajarên perav û hundirê Sûriyeyê, greva giştî dest pê kir.

Li gelek bajarên Sûriyeyê greva giştî dest pê kir
8 kanûn, 2025   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî li Sûriye û Dîasporayê şêx Xezal Xezal bang li civaka Elewiyan kiribû ku greva giştî ya 5 rojan bikin û li malên xwe bimînin. Xezal rexne li hikumeta veguhêz kiribû ku ew neheqiyeke mezin û zextê li sivîlan dike.

Li ser banga şêx Xezal Xezal li bajarên Laziqiye, Ceble, Tertûs, Safêta, Dirêkîş, Hema û Misyafê gireva giştî dest pê kir. Xelkê van herêman dikanên xwe venekirin û sûk hema bêje girtî ne.

Ji van herêman peyamên piştgiriya banga şêx Xezal derketin û gotinên wekî "Em hemû bi grevê re ne… girev maf û rûmet e" û "Xwîna Elewiyan ne erzan e" bi awayekî berfireh belav bûn.

(b)