Hêzên Îranê Kolberek Kurd qatilkirin

Duh êvarî li sînorê Hejgejal ya ser bi Baneyê, hêzên Îranê êrişî komek kolber kirin, di encama êrişê de kolberek hate kuştin.

Hêzên Îranê Kolberek Kurd qatilkirin
25 adar, 2024   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Kolbernewsê, duh êvarî li sînorê Hengejal ya ser bi bajarê Bane, hêzên Îranê êrişî komek kolber kirin.

Li gorî heman çavkaniyê di encama êrişê de kolberê Kurd yê bi navê Soran Ebdî (22) bavê zarokek bû, hatiye kuştin.