Hêzên hikumetê li Şêxmeqsûd bi ser malan de girtin

Hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li taxa Şêxmeqsûdê bi ser malên çend sivîlan de girtin û bêyî destûrnameyê telefonên wan lêgerîn kirin.

Hêzên hikumetê li Şêxmeqsûd bi ser malan de girtin
12 nîsan, 2026   14:19
HELEB

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji ajansa ne re ragihandine, hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê roja Şemiyê bi ser malên welatiyên Kurd de girtin, bi taybetî li rojhilatê taxê.

Serdegirtin, ku ji nişka ve û bêyî destûrnameyê hatin kirin, wekî "hovane" hatin bi navkirin.

Hate gotin, tundî li xwediyên malan hat kirin, telefonên destan hatin desteserkirin û li malan lêgrîn kirin.

Li gorî agahiyên ku sivîlekî ji taxaê dane me, serdegirtin ji ber bêrêziya ku di dema lêgerînan de hat kirin, tirs di nava şêniyan, bi taybetî di nav jin û zarokan de, çêkiriye.

(k)