Yek ji rêveberên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku endamê wan Fîras El Semran beriya çend rojan di dema serdegirtina veşartgehên kesên madeyên hişbirê li bajarê Reqayê belav dikirin de birîndar bûbû û ji ber birîna xwe şehîd bû.

Yek ji rêveberên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê şehîd bû
18 mijdar, 2023   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd aşkera kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Roja şemiyê (8′ê Mijdarê), endamê rêveber Fîras El Semran di encama birîndarbûna xwe ya berî çend rojan de di dema ku mudahemeya veşartgehên kesên ku madeyên hişbirê li bajarê Reqayê belav dikirin de, gihişt asta şehadetê.

Nav û paşnav: Fîras El Semran

Navê bav: Hemûd

Navê dayikê: Fatime

Cih û dîroka tevlîbûnê: Tebqa 12/6/2017

Cih û dîroka şehadetê: Reqa 18.11.2023

Şehîd “Fîras” di saziya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de xwedî roleke girîng bû, ji ber ku beşdarî gelek hemleyên ewlehiyê di şopandina şane û çeteyan de bûbû û di rizgarkirina bajarê Reqayê de cih girt û yek ji rêveberên payebilind ên hêzên me bû û ji kesên ku xwedî ruhê berpirsyariyê yê bilind bû û xwe di warê civakî de di nava rêhevalên xwe de dihat hezkirin, û her tim xwe dixist rêzê pêşîn di kar de û erkên ku jê re hatibûn diyarkirin bi kelecanek mezin û dilsoziyekê pêk dianî. Di karê xwe de tirs û dudilî nizanibû, wêrek bû û ji zehmetiyan neditirsiya, canê xwe ji bo xatirê welat kir qurban û gihîşt asta şehadetê û navê xwe di dîroka fedakariya şehîdên me de şehîdên rûmet û azadiyê de nivîsand."