Koçberên din gihaştin Til Birakê

Meclisa bajarê Til Birakê pêşwaziya malbatên din ên ku ji kantona Efrîn û Şehbayê û Helebê koçber bûne, kir. Meclisê pêdiviyên sereke yên koçberan ji wan re peyda kirin.

Koçberên din gihaştin Til Birakê
Koçberên din gihaştin Til Birakê
Koçberên din gihaştin Til Birakê
Koçberên din gihaştin Til Birakê
Koçberên din gihaştin Til Birakê
Koçberên din gihaştin Til Birakê
7 kanûn, 2024   17:58
HESEKÊ

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrîn û Şehbayê, hin koçberên din gihaştin bajarê Til Birakê.

Meclisa bajarê Til Birakê pêşwaziya 8 malbatên ku bi darê zorê hatine koçberkirin, kir. Malbat li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr bi awayekî demkî hatin bicihkirin.

 Şêniyên bajêr jî pêdiviyên sereke yên koçberan nexasim xwarin, sobe û cil û berg ji wan re peyda kirin.

Hemwextî wê, şêniyên Til Birakê di komkirina alîkariyan de dewam dikin. Ev alîkarî jî dê li koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê û Helebê werin belavkirin.

(mh)

ANHA