Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bîne ber bi Îmraliyê ve bi rê ket.

Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê
2 tebax, 2026   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê îro ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bîne ber bi Îmraliyê ve bi rê ket.

Heyet herî dawî di 20ê Tîrmehê de ji ber girîngî û lezgîniya pêvajoyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû û li ser qanûna çarçoveyî hin nîqaş hatibûn meşandin.

Tê payîn ku dê di hevdîtinê de geşedanên dawî û qanûna çarçoveyî were nirxand.