Mamosteyan li Derayê daxwaza mafên xwe kirin

Komek mamosteyên demkî li Derayê çalakiyeke li dar xistin û daxwaza rêkûpêkkirina rewşa karê xwe kirin. mamosteyan daxwaza betalkirina sîstema girêbestên demkî kirin, her wiha xwstin karê wan bibe fermî û domdar.

Mamosteyan li Derayê daxwaza mafên xwe kirin
2 tebax, 2026   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku bi dehan mamosteyên ku bi girêbestên demkî dixebitin îro li ber avahiya Rêveberiya Perwerdehiyê ya li Derayê çalakiyeke li dar xistin û daxwaza karên domdar di Wezareta Perwerdehiyê de û dayîna birêkûpêk a mûçe û mafên wan ên darayî kirin.

mamosteyan bang li rayedarên pêwendîdar kirin ku rewşa derengxistin û xemsariyê bi dawî bikin û girêbestên wan veguherînin karên domdr ku ewlehiya kar û parastina civakî ji wan re garantî bike.

Mamosteya diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe yên aştiyane bidomînin heta ku daxwazên wan ên ji bo karê domdr û dayîna mûçeyên birêkûpêk werin bicîhanîn.

(k)

ANHA