Komîteya Koçberên Serê Kaniyê amadekariyên ji bo vegera koçberan berdewam dike

Endamekî Komîteya Koçberên Serê Kaniyê diyar kir ku amadekariyên vegera koçberan bo bajêr berdewam in û dê di bin parastina Hêzên Ewlekariya Hundirîn de pêk were.

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê amadekariyên ji bo vegera koçberan berdewam dike
2 tebax, 2026   12:37
HESEKÊ
HENAR IBRAHÎM

Amadekarî ji bo vegera koçberên Serê Kaniyê bo bajarê xwe berdewam dikin, bi hêviya bidawîkirina salên koçberiyê û destpêkirina qonaxek nû ya ji nû ve avakirin û aramiyê.

Endamê Komîteya Koçberên Serê Kanyê  Mihemed Haco diyar kir ku vegera koçberan, tevî dijwarîyan, gavek bingehîn e ji bo parastina nasnameya bajêr û çareserkirina bandorên koçberî û guhertina demografîk.

Haco bal kişand ser girîngiya yekkirina hewldanên şêniyan ji bo misogerkirina serkeftina vê qonaxê û garantîkirina vegera ewle û bi rûmet ji bo koçberan.

Haco diyar kir ku amadekariyên vegera koçberên  Serê Kaniyê berdewam in  û da zanîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Parêzgeha Hesekê û Serê Kaniyê dê berpirsiyar bin ji bo parastina kesên vegeriyayî.

Li gorî agahiyan tê plankirin ku 647 malbat, wekî beşek ji koma yekem, di vê hefteyê de vegerin Serê Kaniyê.

(k)

ANHA