Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê û plana Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî diyar kir ku civîna di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de di atmosfêreke erênî re derbas bû. Rojnameyan der barê plana ji bo Xezayê jî destînşan kir ku tevî pêşketinên ku hatine bidestxistin jî, dibe ku Netanyahu peymanê têk bibe û di encamê de ew û Trump werin hemberî hev.

Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê û plana Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne
8 cotmeh, 2025   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de civîna di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de û dan û standinên di navbera şandeyên Îsraîl û Hemasê de nirxandin.

’CIVÎNA LI ŞAMÊ YA DI NAVBERA EL ŞERI Û EBDÎ DE BI ATMOSFEREK ERÊNÎ BI DAWÎ BÛ’

Rojnameya El Şerq El Ewsat hevdîtina li Şamê ya di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de wekî "atmosferek erênî" nirxand. Rojnameyê ku xwe spartiye daxuyaniya serokatiya hikumeta veguhêz diyar kir ku di civînê de mekanîzmayên pêkanîna bendên Peymana 10`ê Adarê ya di navbera Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta veguhêz de hatiye îmzekirin, her wiha pevçûnên dawî yên li bajarê Helebê, hatin gotûbêjkirin.

Li gorî rojnameyê, hin çavkaniyên din ragihandin ku di hevdîtinan de mijarên "nenavendîbûnê" û "entegrasyona saziyan" jî hatin gotûbêjkirin.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartiye çavdêran diyar kir "civînên ku roja Sêşemê li Şamê hatin lidarxistin di aliyê beşdarbûn û nûnertiyê de yên herî mezin bûn û atmosfer erênî bû."

Rojnameya El Sûrî jî bal kişand ser rewşa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Hate gotin, li gorî çavdêran, armanca aloziyên li Şêxmeqsûd û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku hikumet hin destkeftiyên siyasî yên demkî bi dest bixe û têkçûnên xwe ya aborî û xizmetguzariyê veşêre.

’DAN Û STANDINÊN LI ŞERM EL ŞÊX BI GEŞBÎNIYÊ TENÊ BI SER NAKEVIN’

Rojnameya Al Nahar behsa nakokiya di navbera helwestên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de ya li ser plana Amerîkî ya ji bo Xezayê kir, bi taybetî piştî destpêkirina dan û standinên nerasterast di navbera Hemas û Îsraîlê de li Şarm El Şêx, bi navbeynkariya Misrê.

Rojnameyê destnîşan kir ku Trump geşbîn e ku dan û standin bi ser bikevin û dibêje Hemasê pir tişt qebûl kirine. Lê Netanyahu israr dike ku bingeha planê divê bêçekkirina Hemasê û bidawîanîna desthilatdariya wê li Xezayê be.

Li aliyekî din, rojnameya Haaretz a Îsraîlê jî li ser zimanê şîrovekaran diyar kir ku tevî pêşketinên ku hatine bidestxistin jî, dibe ku Netanyahu peymanê têk bibe, ev yek dibe bibe sedema ku ew û Trump rasterast werin hemberî hev.

(k)