Heşdî Şeebî: Li Enbarê 6 kes hatin kuştin

Heşdî Şeebiyê ragihand ku di êrişa li dijî Lîwaya 45'an a li navçeya Qaîm a parêzgeha Enbarê de 6 kes hatin kuştin.

Heşdî Şeebî: Li Enbarê 6 kes hatin kuştin
4 nîsan, 2026   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Heşdî Şeebiyê ragihand ku li dijî Lîwaya 45'an a li navçeya Qaîmê ya parêzgeha Enbarê êrişeke hewayî hat kirin.

Heşdî Şeebiyê da zanîn ku êriş berbanga îro saet 05.10'an ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatiye kirin  û di encamê de endamên Heşîd Şeebî û yên tev li Wezareta Parastinê ya Iraqê bûn jî di nav de 6 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûne.

(bb)