Hem îmze dan hem hestên xwe anîn ziman

Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi beşdariyek mezin didome. Welatî îmzeyên xwe didin, hem jî hestên xwe tînin ziman.

Hem îmze dan hem hestên xwe anîn ziman
Hem îmze dan hem hestên xwe anîn ziman
Hem îmze dan hem hestên xwe anîn ziman
Hem îmze dan hem hestên xwe anîn ziman
Hem îmze dan hem hestên xwe anîn ziman
Hem îmze dan hem hestên xwe anîn ziman
Hem îmze dan hem hestên xwe anîn ziman
Hem îmze dan hem hestên xwe anîn ziman
Hem îmze dan hem hestên xwe anîn ziman
Hem îmze dan hem hestên xwe anîn ziman
Hem îmze dan hem hestên xwe anîn ziman
Hem îmze dan hem hestên xwe anîn ziman
Hem îmze dan hem hestên xwe anîn ziman
27 sibat, 2024   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanyaya îmzeyan a ku 9`ê Sibatê ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû destpêkirin bi coş dewam dike, her wiha li bajarê Qamişlo û Minbicê coş û heyecaneke mezin şênî îmzeyên xwe diavêjin.

QAMIŞLO

Komîteyên li taxan îmzeyan kom dikin, bi dilgermî tên pêşwazîkirin. Şêniyên taxa Hilêliyê jî di dema dayîna îmzeyan de hestên xwe anîn ziman. 

Dayika bi navê Emîne Elî ya ku ji 2016`an ve ji ber nexweşiyê nikare bimeşe got: “Heke Rêbertî rihê min bixweze ez ê bidim”.

Welatiyê bi navê Ferhan Xelîl jî hestên xwe wiha anîn ziman: “Em ji xwedê dixwazin Rêberê me bê berdan. Em ê Rêbertiyê li ser seran hilînin, tişta wî ji me re kiriye kesî nekir. Em ê wekî Kurdan ji bo wî dîlanê bigerînin.”

MINBIC

Welatiya bi navê Zehra El Umer a ji kantona Minbicê der barê vê hemleyê de got: "Em şêniyên Minbicê bi girseyî berê xwe didin îmzekirina daxwaznameya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ê ku ji zêdetirî 25 salan ve di zîndanên dewleta Tirk de ye."

Xalid El Hesen ê ji kantonê wiha axivî: "Beşdariya şêniyên Minbicê di hemleya îmzekirinê de nîşana girêdana wan a xurt bi Rêberê wan re ye. Em li her malê û her kolanê xebatên dewam dikin, îmzeyan kom dikin û meş û xwepêşandanan li dar dixin. Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî vê têkoşînê bidomînin."

Reşîd El Ehmed destnîşan kir ku gelê herêmê tev li hemleyê bûye ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikrê xwe ew gel gihand azadiyê û ji terorê xelas kir û got: "Hemle li seranserî kantonê didome û şênî bi coşeke mezin tev lê dibin. Bi vê îsrarê em ê Rêberê xwe azad bikin."

Emîne El Ehmed wiha axivî: "Em îmzeyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kom dikin û şênî bi coşekê tev li vê hemleyê dibin ji ber ku ew bawer in ku ew ê bi vê têkoşînê Rêberê xwe azad bikin."

 (sb-mh)

ANHA