Di 9ˊemîn salvegera rizgarkirina Til Hemîsê de şahî hat lidarxistin

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê salvegera 9'emîn a rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ'ê pîroz kir û rola ku YPG û YPJ'ê di 2015'an de ji bo rizgarkirina wan ji tarîtiyê silav kir.

Di 9ˊemîn salvegera rizgarkirina Til Hemîsê de şahî hat lidarxistin
Di 9ˊemîn salvegera rizgarkirina Til Hemîsê de şahî hat lidarxistin
Di 9ˊemîn salvegera rizgarkirina Til Hemîsê de şahî hat lidarxistin
Di 9ˊemîn salvegera rizgarkirina Til Hemîsê de şahî hat lidarxistin
Di 9ˊemîn salvegera rizgarkirina Til Hemîsê de şahî hat lidarxistin
Di 9ˊemîn salvegera rizgarkirina Til Hemîsê de şahî hat lidarxistin
27 sibat, 2024   16:36
QAMIŞLO

Îro salvegera 9'emîn a rizgarkirina navçeya Til Hemîs a kantona Cizîrê ji çeteyên DAIŞ'ê ye. Piştî dagirkirina wê ji aliyê çeteyan ve şêniyên wê ji bo 3 salan koçber man û çeteyan ew navçe wêran û talan kir. Bi boneya salvegera rizgarkirinê meclisa navçeyê şahiyek li qada yarîgeha Beledî ya rojhilatê navçeyê li dar xist.

Di şahiyê de şênî, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, xizmetguzarî, ewlekarî, partiyên siyasî, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star beşdar bûn.

Di serî de endamê Akademiya Civaka Demokratîk a navçeyê Seîd El Seyid rola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û fedakariya şehîdan di rizgarkirina navçeyê ji çeteyên DAIŞ'ê de, silav kir.

El Seyid soza parastina navçeyê li gor xebatên hevbeş li kêlek hêzên leşkerî da.

Bi navê serokeşîrên navçeyê Newaf El Ferhan El Nayêf got: "Fedakariya şehîdan bingeha hebûna me û azadiya me ye."

El Nayêf soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo parastina destkeftiyên berxwedan û fedakariya şêniyên navçeyê da.

Rûspî û serokeşîran bi rêya handana ciwanên xwe ji bo tevlêbûna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û QSD'ê ji bo parastina xakê, roleke mezin di rizgarkirina navçeyê de lîstin.

Fermandarê QSD'ê li Til Birak Amir Elî destnîşan kir ku hevgirtina şêniyan û hêzên leşkerê hemû êriş têk birin û banga xurtkirina vê hevgirtinê kir.

Endama Kongra Star a Til Hemîs Şêx El Casim teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşîna jinan li gor fikrê neteweya demokratîk û azadiya jinan, da.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ehmed El Ebawî soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên navçeyê da.

Şahî bi gerandina govendê li ber stranên koma Esale ya navçeyê bi dawî bû.

(mh)

ANHA