Ji TEV-DEM’ê peyama Cejna Qurbanê

TEV-DEM’ê Cejna Qurbanê li tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê pîroz kir û hêvî kir ku ev bibe wesîleya aştî û hezkirinê

Ji TEV-DEM’ê peyama Cejna Qurbanê
15 hezîran 2024   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de Cejna Qurbanê li Rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, birîndarên şer, berxwedêr û gerîlayên azadiyê û tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê hat pîrozkirin.

 Di peyamê de hate diyarkirin  ku cejn û bone xwedî gelek wateyên exlaqî yên mezin e û wiha  gotin, cejn rihê lêborîn, jiyana hevbeş a navbera gelan û çandên cuda yên ku wateyên çandî û exlaqî parastin, îfade dike.

Di dewama peyamê de hate gotin "Em bi hêvî ne ku aştî û çareseriya siyasî ya nîştimanî li gelemperiya Sûriyeyê û herêmê pêk werin. Nemaze ku em di pêvajoyeke wiha de ne ku pêwîstî bi çareseriyên rasteqîn ên adilane hene da ku vê boneyê veguherînin wesîleya pêkanîna hêviyên gelan. Dirêjkirina temanê aloziyê tê wateya lawazkirina hêviyan.

Di dewama peyamê de pêkanînên dewleta Tirk a dagirker hatin destnîşankirin û wiha hat domandin "Dewleta Tirk  a dagirker bi awayekî derexlaqî destwerdanê li kar û barên Sûriyeyê dike. Dewleta Tir li pêşiya çareserî, diyalogên siyasî yên navxweyî digire, aloziyan kûrtir dike, her wiha bi çeteyên xwe re dixebite da ku tevahî cejn û boneyên veguherîn rojên terorî û nehêlin ku civak ruf û nirxên xwe yên exlaqî pêk bînin. Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser herêmên ewlecûreyên herî hov ên binpêkirinan pêk tînin. Bi balafirên xwe yên şer û yên bê mirov serdestiya welatên derdorê dike hedef û rojane sivîlan dike armanc. Hikumeta AKP’ê ya tu girîngiyê nade cejn û nirxên mirovî di rojên pîroz de jî çekên kîmyewî li dijî gelê me bi kar tîne."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin "Em di wê baweriyê de ku bi rêya diyalogên navxweyî yên bêyî destwerdanên herêmî û navneteweyî aştî û hezkirin li herêmê pêk werin. Her wiha hêviyên gel bi cih werin, xweşiya cejnê li rûyê zarokên û gelên herêmê vegerin. Bi vî rêbazê dê tevahî koçber bi ewlehî vegerin warê xwe."

(bb)