Heftenama; Mîrateya rejîma Baasê û dan û standinên Îran û DYA‘yê

Medyaya erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de mijarên wek belavbûna çekan li Sûriyeyê, mîrateya rejîma Baasê, hebûna Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê, her wiha binkeftina dan û standinên DYA û Îranê û gelek dosyayên ku herêmên Rojhilata Navîn eleqedar dikin, şîrove kirin.

Heftenama; Mîrateya rejîma Baasê û dan û standinên Îran û DYA‘yê
23 tebax, 2026   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rewşa Sûriyeyê bi taybetî mijara belavbûna çekan, girtiyên ji Sûriyeyê bo Iraqê hatine veguhestin, her wiha zêdegaviyên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê û têkçûna mûzakereyên Îran û DYA‘yê di rojevên hefteya borî yên medyaya erebî de cih girtin.

SÛRIYE: EWLEHÎ, ÇEK Û ŞOPANDINA MÎRATA REJÎMA BERÊ

Rojnameya El Şerq El Ewset bal kişand ser mijara girtiyên ji Sûriyeyê yên bo Iraqê hatine veguhestin û rewşa wan. Rojnameyê destnîşan kir ku ev mijar piştî serdana Wezîrê Dadê yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bo Bexdayê ji nû ve bûye rojev.

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî belavbûna çekan li derveyî kontrola dewletê şîrove kir. Rojnameyê, hebûna berfireh a çekan wekî mîrateyek giran a salên şer nîşan da û wê wekî "rewşeke neyînî" bi nav kir ku bi leşkerîkirina şoreşê û hilweşîna saziyên dewletê ve girêdayî ye.

BAŞÛRÊ SÛRIYE Û ÎSRAÎLÊ

Zêdegaviyên Îsraîlê yên li Sûriyeyê jî di analîzên medyaya erebî de jî cih girtin. Di vê der barê de îşaret bi daxuyaniyên rayedarên Îsraîlê  yên têkildarî hebûna xwe li Sûriye, Lubnan û Xezayê ku wekî herêmên girîng ji bo ewlehiya Îsraîlê dibînin hat kirin. Hate gotin, berdewama hebûna Îsraîlê metirsiyên ev hebûn ji demekî veguhere demeke dirêj, çêdike.

Rojnameya El Şerq El Ewset jî hebûna Îsraîlê bi hesabên ewlehî yên Îsraîlê yên di qonaxa piştî şer de girêda.

ÎRAN Û WASHINGTON: DAN Û STANDIN DI BIN FIŞARA ŞER DE

Mijara Îranê bi taybetî bidawîbûna dema diyarkirî ya têkildarî dan û standinên di navbera Washington û Tehranê de bêyî pêşveçûnek zelal di rojeva sereke ya medyayê de bû.

Rojnameya El Şerq El Ewset  li ser nakokiya di navbera rêya dîplomatîk û gefên leşkerî de nivîsî, rojnameyê di gotarên xwe de destnîşan kir ku artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî îşaret bi veguheztina operasyonên Îranê ji parastinê ber bi êrişê ve kir, piştî tundbûna daxwazên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ên li ser Tehranê.

Rojnameyê diyar kir ku bidawîbûna heyama 60 rojî bêyî pêşketinekê nîşana qonaxek nû ya aloziyê di navbera her du aliyan de ye.

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî bal kişand ser bandorên şer li herêmê û bidawîbûna muhleta 60 rojî, her wiha nezelaliya çarenûsa lihevhatina Amerîka û Îranê. Îşaret bi vê yekê hat kirin ku Îranê bi helwesta xwe ve girêdayî  ye û foruma ku DYA‘yê girîng dibîne, red dike.