Bexda û Washingtonê dosyaya girtiyan nîqaş kirin

Bexda û Washingtonê dosyaya girtiyên ku ji Sûriyeyê bo Iraqê hatine veguhestin nîqaş kirin.

Bexda û Washingtonê dosyaya girtiyan nîqaş kirin
22 tebax, 2026   21:30
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şewanî îro bi berpirsê kar û barên balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê Joshua Harris re hevdîtin kir. 

Hevdîtin bi mijara girtiyên ku ji Sûriyeyê bo Iraqê hatine veguhestin, her wiha rêbazên pêşxistina hevkariya yasayî û dadwerî ya di navbera herdu welatan de pêk hat.

Wezareta Dadê ya Iraqê ragihand ku di hevdîtinê de rêbazên hemahengiyê, dan û standina bi dosyaya girtiyan re li gorî qanûnîn Iraqê û pîvanên navneteweyî hatin gotûbêjkirin.

Wezaretê destnîşan kir ku Harris pesnê rola hikumeta Iraqê û Wezareta Dadê ya di veguhestina girtiyan ji Sûriyeyê de da û got, DYA‘yê bi hemahengiya bi hevkarên xwe re dixebite ku di vê dosyayê de desteka pêwîst bide Iraqê.

(bb)