Plana sererastkirina cihên şûnwarî yên Efrînê nîqaş kirin

Şandeyek ji wezareta çandê û aliyên têkildarî kar û barên mîratî û çandî serdana cihên dîrokî yên Efrînê kirin û ji nû ve sererastkirina wan gotûbêj kirin.

Plana sererastkirina cihên şûnwarî yên Efrînê nîqaş kirin
22 tebax, 2026   22:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê wezîrê çandê yê hikumeta veguhêz Seed Neisan, berpirsê herêma Efrînê Xêro Dawud, rêveberê Gerînendetiya Şûnwar û Mûzexaneyan a Helebê Munîr El Qesas, rêveberê Nivîsgeha Şûnwarên Efrînê Betal Xelîl tevî şandeyek bi wan re, çûn perestgeha şûnwarî ya Eyn Dara û hin deverên din ên şûwarî yên li herêma Efrînê. 

Armanc ji vê yekê ew e ku rewşa deverên şûnwarî bibînin û rêbazên sererastkirinê nîqaş bikin daku ji bo pêşwazîkirina geştiyaran amade bikin.

Piştre civînek bi amadebûna endamên Meclisa Gel pêk hat. Di civînê de li ser plana sererastkirina dika şanoyê ya Romanî,  devera dîrokî ya Nebî Hûrî û hin deverên din ên şûnwarî nîqaş kirin.

Di civînê de behsa îmkana vekirina navendên çandî li Efrînê û aktîfkirina rola wan jî hatin kirin.

(bb)