SOHR: Dewleta Tirk amadekariyan dike çeteyan bişîne Nîjerê

Dewleta Tirk a dagirker şandina çeteyên xwe yên li Sûriyeyê ji herêmên aloz re didomîne. Li gorî agahiyan niha amadekariyan dike ku çeteyan bişîne Nîjerê.

SOHR: Dewleta Tirk amadekariyan dike çeteyan bişîne Nîjerê
21 ÇILE, 2024   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên "Sultan Murad" yên çeteyên Artêşa Watanî ya dewleta Tirk a dagirker, amadekariyan dikin ku di bin çavdêriya dewleta Tirk de gelek çeteyan bişînin Nîjerê.

Dewleta Tirk rewşa ciwanên li herêmên dagirkirî û rewşa aborî ya nebaş bi kar tîne, ji bo ku wan bike çete û bişîne nav şerên li derveyî Sûriyeyê, mîna li Lîbyayê û Azerbeycanê kiriye.

Îsal ev beşa duyemîn a çeteyan e ku beriya wê 19`ê Çileyê derdora hezar çete şandin baregehên xwe ji bo ku wan bişîne Nîjerê.

(şx)