Gundên Garê hatin bombebarankirin 

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker gundên herêma Garê bi dijwarî bombebaran kirin.

Gundên Garê hatin bombebarankirin 
2 nîsan, 2024   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêkxistina CPTˊyê ya Amerîkî ragihand, dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov gundên Spîndarê û Mijê yên dikevin başûrê rêzeçiyayên Garê yê ser bi navçeya Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Duhokê bi dijwarî bombebaran kirin.

CPT’yê her wiha da zanîn ku artêşa Tirk niha bi bombebaranên bêserûber hewl dide tirs û fikaran li gundiyên derdora Çiyayê Garê belav bike, wan neçar bikin ku gundên xwe biterikînin da ku li Çiyayê Garê operasyonên mezin pêk bînin.

CPTˊyê bi weşandina vê gotarê re kurte vîdyoyek weşand û wiha nivîsî: “Di vîdyoya jêrîn de tê dîtin ku îro balafirên bêmirov ên dewleta Tirk gundê Spîndarê bombebaran kirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker bi PDK’ê û bi alîkariya Iraqê amadekariyên êrişeke berfireh a dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê dike û li gorî agahiyan, armanca sereke ya vê êrişê dagirkirina Çiyayê Garê ye.