Şervanên Minbicê êrişeke çeteyan têk bir

Şervanên Lîwa Siwar Idlib ên girêdayî Hêzên Cebhet El Ekrad hewldana êrişeke bejahî ya li dijî gundê Buwêhic ê Minbicê têk bir, di encamê de pevçûn navbera wan û çeteyan derket.

Şervanên Minbicê êrişeke çeteyan têk bir
2 nîsan, 2024   21:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirekr saet 19:00ˊan vê êvarê hewl da bikevin gundê Buwêhic ê li rojavayê kantona Minbicê.

Navendê anî ziman ku hewldan ji gundê Kirêdiyê yê dagirkirî ve dest pê kir, her wiha şervanên Lîwa Siwar Idlib ên girêdayî hêzan bersiva êrişê da û nêzî saetekê pevçûn derket û hewldan hat têkbirin.

Navendê her wiha got piştî çeteyan derbeyên giran xwarin, revîn cihên xwe û gelek çete birîndar bûn.