Raportorê Tirkiye yê PE’yê: Îradeya gel nayê xespkirin

Raportorê Tirkiye yê PE’yê Nacho Sanchez Amor bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan da û got: “Îradeya gel bi tu awayî nayê xespkirin.”

Raportorê Tirkiye yê PE’yê: Îradeya gel nayê xespkirin
2 nîsan, 2024   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Raportorê Tirkiye yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan da. Raportorê PE’yê li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek weşand û diyar kir ku îradeya gel bi tu awayî nayê xespkirin û bang kir ku rêzê ji îradeya gel re bigirin.

Peyama Raportorê PE’ê Nacho Sanchez Amor wiha ye: “Namzetê DEM Partiyê yê Wanê Abdullah Zeydan ji sedî 55 deng girt. Lê belê rexmê kontrolkirina bernamzetan ji aliyê YSK’ê ve di deqeya dawî de hemleyek ji darazê hat û mazbata ji namzetê AKP’ê yê ji sedî 27 deng girtî re hat dayîn. Îradeya ji aliyê gel ve hatiye nîşan dan bi tu awayî nayê xespkirin.”