Gundê Soxanekê hate topbarankirin

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dike.

Gundê Soxanekê hate topbarankirin
6 kanûn, 2023   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di heman dema ku herêma Şehba ji aliyê Hikûmeta Şamê hatiye dorpêçkirina ji aliyêk dinve jî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wî rojane bombebaran dikin.

Îro jî dîsa daristana gundê soxanekê ya navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ji aliyê Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve het topbarankirin.

Her roj kantona Şehba ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ji bejahî û hewayî ve tê topbarankirin, di çarçoveya dorpêçkirina dewleta Şamê de li ser şêniyên navçeyê ku bi darê zorê ji kantona Efrînê ya dagirkirî koçber bûne.