Li dijî baregeha Amerîka ya li Hewlêrê êriş

Koma Berxwedana Îslamî ya li Iraqê (Meqaweme Îslamî) ragihand ku wan êrişî ser baregeha Amerîka ya li Herîr a ser bi Hewlêrê kirine.

Li dijî baregeha Amerîka ya li Hewlêrê êriş
6 kanûn, 2023   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Berxwedana Îslamî ya li Iraqê (Meqaweme Îslamî) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan careke din êrişî baregeha Amerîka ya li Herîr ya ser bi Hewlêrê kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Beriya niha demek kurt bi rêya balafirên bêmirov êrişî baregeha leşkerî ya Herîr a ser bi Hewlêrê hate kirin. Êriş gihiştiye armanca xwe û der barê ziyanan de agahî nehatine bidestxistin.”

Hêjayî gotinê ye danê siharê jî Koma Berxwedana Îslamî ya Îraqê baregeha Eyn Esed a hêzên Amerîkayê kiribû hedef.