Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê 84 roj li pey xwe hişt

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên azadiyê li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî’ dane destpêkirin, 84 roj e bi biryardarî berdewame.

Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê  84 roj li pey xwe hişt
18 sibat, 2024   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 84’yan de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hate destpêkirin. Girtiyên siyasî destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê sibatê tecrîd neyê rakirin dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Girtiyên siyasî bi navê Denîz Kaya di 12’ê Sibatê de daxuyaniyeke din dan û wiha gotin: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin. Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin.”