Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiye bi biryardarî dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên azadiye li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî’ dane destpêkirin, 82 rojin bi biryardarî berdewame.

Greva birçîbûnê ya girtiyên azadiye bi biryardarî dewam dike
16 sibat, 2024   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên azadiye yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 82’an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di 27’ê Mijdarê 2023 an di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd” hate destpêkirin.

Girtiyên azadiye bi navê Denîz Kaya di 12’ê sibatê de daxuyaniyeke din dan û wiha gotin: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin. Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin.”