Ji YJA Starê çalakî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku gerîlayên YJA Starê di 12'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran derb li kepçeyeke dagirkeran hate xistine.

Ji YJA Starê çalakî
16 sibat, 2024   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyêkî nivîskî weşand û got: “gerîllayên YJA Starê li qada girê Amediyê çalakiyêk lidarxistin û wiha got: di çalakiyêde darbe bi kepçeyeke dagirkeran hate xistin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

11'ê Sibatê saet di 07:00 û 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan.

12'ê Sibatê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li kepçeyeke dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

Di navbera 10-15'ê Sibatê de li herêma Garê qadên Zêvkê, Kanî Sarkê, Şiyê, Deşta Kafya, Neqeba Şehîd Amed 6 caran, li herêma Metînayê qadên Şêlazê, Bêşîlî, Serê Metîna 6 caran, li herêma Xakurkê qada Ava Lolanê, Sinînê, Şehîd Şerîf, Girê Berbizina 16 caran, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm 5 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên Girê Cûdî, Girê Bahar û Girê Amediyê 7 caran bi giştî 40 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10 û 12'ê Sibatê li herêma Xakurkê qada Geliyê Lolanê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin."