Gerînendetiya Çandiniyê hişyarî dan cotkaran

Gerînendetiya Çandiniyê û Avdanê hişyarî da cotkaran ku dermanan li zeviyan bireşînin nemaze ku kurmik di nav hin zeviyan de belav bûne.

Gerînendetiya Çandiniyê hişyarî dan cotkaran
26 adar, 2024   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Desteya Çandiniyê û Avdanê li ser malpera xwe behsa rewşa mewsima çandiniyê kir û diyar kir ku barana vê dawiyê bariye, bi awayekî erênî bandor li berheman kiriye û li herêma Dêrikê heta niha 632 mîlîmetre baran bariye.

Nivîsgehê da zanîn ku qeşa çêbûye û bi awayekî neyînî bandor li hin berheman wek şembelûlk û beqleyê û hin cureyên genim ên wekî Rojava 2, Rojava 4 û Rojava 6 dike.

Beşa parastina rêwikan di nava zeviyan de geriya û diyar kir ku 2 cureyên kurmikan û hin nexweşiyên din di nava hin zeviyan de belav bûne. Her wiha li herêmên başûr bandor li hilberîna kemyonê jî bûye ku di nava zeviyên wê de nexweşiya vîrazyom belav bûye.

Di vê çarçoveyê de Gerînendetiya Çandinî û Avdanê bang li cotkaran kr ku derman li zeviyên kemyon û nok bireşînin, zeviyan bişopînin ji bo ku hema bi nexweşiyên di nav de belav dibin, bihesin.

Nivîsgehê diyar kir ku beşa parastina rêwikan, dermaneke giştî ya rêwikan li her du aliyên rêyan reşandin ji bo ku mewsima çandiniyê biparêzin û agir bi zeviyan nekeve. Her wiha beşa hilberandina rêwikan ji bo avdanê mazot li cotkarên zeviyên avî belav kir.

(şx)

ANHA