Çeteyan welatiyekî din revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyek revand.

Çeteyan welatiyekî din revand
26 adar, 2024   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Şêx Isamîl (55) revandiye.

Li gorî çavkaniyan, Şêx Isamîl ji gundê Kaxira yê navçeya Mabata ya Efrînê ye. Şêx Isamîl li mala xwe ya li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê hat revandin.

 (bb)

ANHA