Bîlançoya êrişa li dijî baregehên Îranê giran dibe: 9 kuştî

Bîlançoya kuştiyên êrişa li dijî baregehên milîsên Îranê yên li Dêrazorê bû 9.

Bîlançoya êrişa li dijî baregehên Îranê giran dibe: 9 kuştî
26 adar, 2024   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), bîlançoya kuştiyên êrişa hewayî ya li dijî baregehên milîsên Îranê yên li Dêrazorê bû 9. SOHR’ê diyar ku fermandarek û 7 leşkerên Pasdarên Îranê û milîsekî ji Sûriyeyê hatine kuştin.

SOHR’ê ragihand ku di êrişê de zêdekirî 30 kes birîndar bûne û rewşa hin birîndaran giran e. Her wiha hate diyarkirin ku ji birîndaran 10 welatiyên sûriyeyî ne.

Li gorî SOHR’ê, duh derengiya şevê balafirên şer ên nenas, baregeha Pasdarên Îranê ya li taxa Vêlat a bajarê Dêrazorê, baregeha nêzî herêma Ebas û 2 baregeh li devera El Bûkemal a li rojhilatê Dêrazorê bombebaran kirin.

(bb)