Li Mergedayê çeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin

Di operasyona ewlehiyê ya QSD’ê de çeteyekî DAIŞ’ê yê xeternak hat kuştin.

Li Mergedayê çeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin
26 tîrmeh, 2024   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ku duh weşandiye ragihand ku li bajarokê Mergedayê yê kantona Cizîrê çeteyekî xeternak ê şaneyên DAIŞ’ê hat kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Yekîneyên Antîteror (YAT) yên girêdayî hêzên me (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) roja çarşemê (24 Tîrmeh) operasyoneke ewlehiyê li dijî  endamekî  xeternak ê rêxistina DAIŞ a terorîst pêk anî.

Operasyon li bajarê Mergedayê piştî komkirina agahiyên îstîxbaratî yên têrker ên li ser tevger û çalakiyên terorîst dest pê kir. Piştî naskirina cihên ku terorîst xwe lê vedişart, hêzên me cih dorpêç kir û  ji terorîst xwest xwe rasdest bike. Lê terorîst xwe radest nekir û dest bi avêtina guleyan li şervanên me kirin. Şervanan jî neçar man bersiva gulebaranê bidin û şerek derket. Di şer de terorîst hat kuştin û miqdareke çek û amûrên peywendiyên hatin desteserkirin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku terorîstê hatî kuştin, beşdarî qetilkirina şervanan, hêzên ewlehiyê û sivîlan endamên hêzên me yên leşkerî, ewlehî û sivîlan bû.

Li gorî daxuyaniyê çek, teqemenî û alavên hatin desteserkirin ev in; 3 telefon, çekeke kalaşînkof, dûrbîneke şevê, rawterek (WIFI) û miqdareke gule.

(bb)