Gerîlayan li Zap, Xakurkê û Heftanînê çalakî lidar xistin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêmên Zap, Xakurkê û Heftanînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.

Gerîlayan li Zap, Xakurkê û Heftanînê çalakî lidar xistin
9 tîrmeh, 2024   13:10
NAVENDA NÛÇEAYN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyekî nivîskî da. 

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

7'ê Tîrmehê saet di 21:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin.

7'ê Tîrmehê saet di 17:09'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

8'ê Tîrmehê saet di 17:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dest li dagirkeran hate werdan ku hewl didan bikevin çeperan û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

7'ê Tîrmehê saet di 14:45, 16:07, 19:47 û 21:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkrean hate xistin.

7'ê Tîrmehê saet di 06:45, 12:08, 17:27 û 19:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

8'ê Tîrmehê saet di 22:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran dest li helîkopteran hate werdan ku hewl didan hêzên xwe li qadê dînin. Di encama çalakiyan de helîkopter bêyî ku hêzên xwe dîne neçar man ji herêmê vekişin.

8'ê Tîrmehê saet di 16.20'î de li Qada Berxwedanê ya Sergelê vînçekî dagirkeran bi çekên giran hate îmhakirin.

8'ê Tîrmehê saet di 18:40'î de li Qada Berxwedanê ya Sergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Xakurkê;

Li Herêma Heftanînê;

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

7'ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

7 û 8'ê Tîrmehê li Herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf, Xinêrêya Jor, Kendekola 4 caran, li Herêma Garê qadên Çemrobotkî, Yekmalê, Dêreşê, Spîndarê, Xêrê, Deşta Kafya 11 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Bêşîlî û Dergelê 4 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar carekê; bi giştî 20 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

7 û 8'ê Tîrmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar û li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."