Di êrişên hewayî li dijî Siweydayê de 10 kes hatin kuştin

2 mal li Siweydayê yê başûrê Sûriyeyê hatin bombebarankirin, ihtîmal heye Urdunê êriş li dar xistibe.

Di êrişên hewayî li dijî Siweydayê de 10 kes hatin kuştin
18 ÇILE, 2024   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh piştî nîvê şevê,du mal li  herêman başûr rojhilatê Siweydayê ji aliyê balafiran ve hatine bombebarankirin. Di encamê de kuştî û birîndar hene û zirarên madî yên mezin çêbûne. 

Li gor malpera Siweyda 24, balafirên şer ên Urdunê herî kêm 2 mal li bajarokê Erman yê başûr rojhilatê Siweydayê bombebaran kirine. Di encamê de 10 kes hatine kuştin.

Foca Agirkujiyê ya Siweydayê ragihand ku hera niha 8 kes hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne û li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Beriya vê jî 9`ê Çileyê balafirên şer ên Urdunê malek li gundewarê Siweydayê bombebaran kiribûn di encamê de 3 kes hatibûn kuştin.

Di vê dawiyê de êrişên hewayî li dijî gundên nêzî sînorên Urdun-Sûriyeyê zêde bûne. Li gor çavkaniyên nefermî yên urdunî, êriş di çarçoveya hemleyeke ewlehiyê de li dijî bazirganên narkotîkê û qaçaxçîtiya bi rêya gundewarê Siweydayê tê kirin, pêk hatiye.

(şx)