Kongreya Îslama Demokratîk li Tebqayê panelek li dar xist

Li Tebqayê kesayetên civakî di panelekê de balkişandin ser rêbazên biserxistina pêngava cîhanê ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û gotin, fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên cîhanê girîng in.

Kongreya Îslama Demokratîk li Tebqayê panelek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Tebqayê panelek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Tebqayê panelek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Tebqayê panelek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Tebqayê panelek li dar xist
Kongreya Îslama Demokratîk li Tebqayê panelek li dar xist
6 kanûn 2023   17:28
TEBQA

Kongreya Îslama Demokratîk li Tebqayê ji bo balê bikişîne ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û girîngiya fikrên wî, panelek li dar xist. 

Panel li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi beşdariya mele û oldarên mizgeftên bajêr, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, partî û rêxistinên jinan, rûspî û şêxên bajêr li dar ket.

Di beşa yekemîn a panelê de, endamê Kongreya Îslama Demokratîk Silêman Ehmed balkişand ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina dozên herêmê û destnîşan kir ku fikrên wî banga biratî, aştiya navxweyî dikin û tecrubeya neteweya demokratîk mînaka wê ye.

Ehmed îşaret bi rola fikrên Rêber Abdullah Ocalan kir ku mirov bigihîne rastiyê, dûrî zordestî û koletiyê bigihêje azadiya xwe û got fikrên wî rêzê ji olan û baweriyan re digire û mafên pêkhateyên din nas dike.

Endamê rêveberiya Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan jî di beşa duyemîn a panelê de pêvajoyên têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan, komploya navneteweyî û dema piştî dîlgirtina wî û rewşa wî di Îmraliyê de rêz kirin.

Her wiha Saroxan, armanca hêzên komploger ji komployê, çima heta niha bi rêya tecrîdê wî dûr dixin, şîrove kir.

Saroxan diyar kir ku komplo nikare fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji gelên herêmê yên tiyê azadiyê û demokrasiyê bigire, nemaze ku fikrên wî di nava civakan de belav bûye û bi milyonan kes banga azadiya wî dikin.

Saroxan di dawiyê de got hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan di serî de CPT berpirsên rewşa Rêber Abdullah Ocalan in.

Di panelê de beşdaran pêşniyarên xwe anîn ziman û gotin ew piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin ku 10`ê Cotmehê dset pê kir.