Gabriel Attal bû serokwezîrê Fransayê

Gabriel Attal li şûna Elizabeth Borune bû serokwezîrê Fransayê.

Gabriel Attal bû serokwezîrê Fransayê
9 ÇILE, 2024   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP’ê, serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Gabriel Attal (34) li şûna Elizabeth Borune ji bo serokatiya hikumeta Fransayê erkdar kir.

Elizabeth Borune duh îstîfiya xwe pêşkêş kiribû û ji aliyê Macron ve hatibû qebûlkirin.

(bb)