Foca Agirkujiyê ya Hesekê perwerdeyên xwe didomîne

Tîmên Foca Agirkujiyê ya Hesekê rahênan û perwerdeyên xwe didomîne da ku di rewşên awarte de hazir be. Bang li şêniyan hat kirin ku di rewşeke awarte de yekser agahiyê bidin focê.

10 adar, 2024   15:33
HESEKÊ

Tîmên hawarê û yên destwerdana lezgîn ên Foca Agirkujiyê ya Hesekê perwerdeyên xwe didomînin da ku di rewşên awarte de hazir bin.

Di rahênan de, encamên Foca Agirkujiyê şewatên di erebeyan de, madeyên plastîk, tûpên gazê, şewatên di encama kehrebeyê û petrolê de derdikevin, vemirandin.

Her wiha endamên destwerdana lezgîn li ser xilaskirina birîndaran û kesên di bin avahiyan de asê mane, perwerde dibin.

Berpirsê perwerdekirina Foca Agirkujiyê Emîr Ebdullah Xelîl got: "Armanca me ji van perwerdeyan, pêşxistina amadebûna endamên tîmê ye da ku di rewşên awarte de hazir bin."

Xelîl wiha domand: "Em amade ne destwerdanê li her rewşê bikin û alîkariya şêniyan bikin. Em bi hêvî ne ku gelê me yekser me agahdar bike, heke şewat û qeza çêbûn, ji bo ku em di zûtirîn demê de bigihêjin cihê bûyerê."

(şx)

ANHA