Salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê hate pîrozkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê bi boneya salvegera damezirandina xwe şahiyek li dar xist.

10 adar, 2024   15:55
MINBIC

7 sal di ser avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê re derbas bûn. Bi vê boneyê rêveberiyê li hola Meclisa Gelan a Demokratîk a Minbicê şahiyek li dar xist.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê, endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, rêxistinên civaka sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, meclisên xetên kantonê, sivîl, partî û rûspiyên herêmê tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Minbicê Mihemed Elî El Ebo got: "Di destpêka damezirandina rêveberiyê de, gelek zehmetî li pêşiya me hebûn. Lê şêniyên bajêr, bi vîna xwe xwest kevirê bingehîn ê bajar bi beşdariya tevahî pêkhateyan ji nû ve deynin. Bi saya fedakariyên şehîdan em gihaştin vê rojê."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Qehreman jî axivî û soz da ku parastina kantonê berdewam bikin.

Xelîl wiha domand: "Em ê her tim li rex Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê bin. Ji ber ku dengê gelê me ye. Em vê boneyê pîroz dikin û hêvî dikin ku destkeftiyên din bi dest bixin."

Hevseorkê Meclisa Gel a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman got: "Em ev roja dîrokî ya girîng ku modela demokratîk a yekemîn li Minbicê ye, li we pîroz dikin. Bi vîneke civakî ya demokratîk û azad em vê rojê pîroz dikin. Bê guman îsrar û vîna azad a gelê herêmê rêya biserxistina vê modelê ye."

Piştî bidawîbûna axaftinan sînevîzyonek têkildarî destkeftiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê hate pêşandan.

Her wiha Koma Nisûr El Erebiye, El Selam, Navenda Çand û Hunerê bernameyên xwe yên hunerî pêşandan.

Di dawiya şahiyê de hevserokên berê yên Meclisa Rêveber Nezîfa Xilo û Mihemed Xeyr El Şêxo û endamên berê yên fermandariya giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdurehman El Benawî û Şervan Derwêş û Ebû Adil hatin xelatkirin. Her wiha Meclisa Kombûna Zenûbiya hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê  Enes El Ehmed, hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Minbicê xelat kirin.

(şx)

ANHA