Feysel Miqdad: Ji bo pêkanîna diyalogê divê dewleta Tirk ji herêmê vekişe

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad di civîneke çapemeniyê de bi çavdêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê Alî Baqirî re, diyar kir ku mercê sereke yê destpêkirina diyalogê di navbera hikumet Şamê û Enqereyê de ew e ku Enqere ji deverên dagirkirî yên Sûriyê vekişe û piştgiriya xwe ji "rêxistinên terorî" re rawestîne.

Feysel Miqdad: Ji bo pêkanîna diyalogê divê dewleta Tirk ji herêmê vekişe
4 hezîran, 2024   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanaseke fermî ya hikumeta Şamê ragihand ku wezîrê Karên Derve Feysel Miqdad li navenda wezaretê ya Şamê bi çavdêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê Alî Baqirî û şandeya wî re civiya.

Ajansa Nûçeyan a Îranê (IRNA) jî diyar kir ku berî Şamê, Alî Baqirî çûbû Lubnanê û li wir bi berpirsên mezin û sekreterê giştî yê Hizbullah Hesen Nesrellah re civiya.

Di civîna çapemeniyê de Miqdad destnîşan kir ku têkiliyên stratejîk ên di navbera Îran û Sûriyê de û hevkariya ji bo pêşxistina wan têkiliyan, didomin.

Her wiha, wezîrê Karên Derve yê Îranê jî bi navê gel û hikumeta Îranê ji ber dilsoziya gel û hikumeta Sûriyê ya ji bo wefata serokê Îranê û şandiya wî, spas kir.

Ajansê diyar kir ku Baqirî diyar kir ku hevkariya Îran û Sûriyê xurt e û ew bingehên aramiya herêmê ne.

Di heman çarçoveyê de, di bersivdayîna pirsên rojnamevanan de Miqdad got: "Mercê sereke yê diyaloga Sûrî-Tirkî ew e ku Enqere ji xaka me ya ku dagir kiriye vekişe û piştgiriya xwe ji rêxistinên terorî re rawestîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev serdan a yekemîn e ku Alî Baqirî ji dema ku hatiye ser erkê xwe ve, pêk tîne.

(mh)